Amerîkayê ‘bi xeletî’ tabelayên leskerî li axa Meksîkayê danîn

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê ‘bi xeletî’ tabelayên leskerî li axa Meksîkayê danîn

PeyamaKurd – Li sînorê Amerîka û Meksîkayê bûyerek qewimî ku bû sedema aloziyeke nû. Peymanerên girêdayî Pentagonê, derbasî "Perava Bexdayê" (Playa Bagdad) ya li aliyê Meksîkayê bûn û tabelayên ku herêmê wekî "Milkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê" û "Herêma Qedexe" nîşan didin, li peravê danîn. Pentagonê piştî bertekan ragihand ku şîrketa berpirsiyar ji ber guherîna rêça Çemê Rio Grande şaşî kiriye û tabela li cihê xelet bi cih kirine.

Hêzên Deryayî yên Meksîkayê piştî daxuyaniya Wezareta Karên Derve tavilê destwerdan kirin û ew tabela ji peravê rakirin. Ev krîza "erdnîgarî" di demekê de pêk hat ku têkiliyên her du welatan ji ber daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump di asteke hestiyar de ne.

Trumpê ku gefa şandina leşkeran bo Meksîkayê dixwe û dixwaze navê "Kendava Meksîkayê" biguherîne, rastî berteka tund a Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum hatibû ku gotibû ew ê tu carî destwerdana leşkerî ya biyanî qebûl nekin.