Spanya amade ye ku li Kurdistanê veberhênanan bike: Forûma hevbes di Nîsana pês de li Madrîdê dê pêk bê

Dîroka Weşanê :
Spanya amade ye ku li Kurdistanê veberhênanan bike: Forûma hevbes di Nîsana pês de li Madrîdê dê pêk bê

PeyamaKurd – Lijneya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku amadekariyên ji bo forûma veberhênanê ya hevbeş ya bi Spanyayê re dest pê kirine. Biryar e ev forûm di Nîsana sala pêş de li Madrîdê, paytexta Îspanyayê, were lidarxistin.

Armanca sereke ya vê forûmê ew e ku derfetên veberhênanê yên di navbera veberhênerên Herêma Kurdistanê û yên Spanyayê de werin keşifkirin û peymanên nû werin îmzekirin. Ev gav li ser bingeha ezmûna serketî ya şîrketên Îspanyayê li Herêma Kurdistanê di projeyên bazirganî, pîşesazî û çandiniyê de tê avakirin.

Berdevkê Lijneya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê, Bergeşt Akreyî, ji BasNewsê re diyar kir: "Amadekariyên me dest pê kirine û konferans dê di Nîsana sala bê de were lidarxistin. Ev forûm taybetmendiyên xwe hene û tenê ji bo veberhênerên Herêma Kurdistanê û Îspanyayê ye, veberhênerên ji welatên din beşdar nabin."

Tê payîn ku nêzîkî 60 veberhênerên herêmî beşdarî foûumê bibin. Hêviyên mezin hene ku di vê forûmê de çend peyman û têgihîştin werin îmzekirin, bi taybetî di warên pîşesazî û çandiniyê de. Di sala borî de, şîrketeke Spanyayê nexşe û pêşniyarek ji bo avakirina xeta trênê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kiribû, ku ev jî nîşana eleqeya zêde ya Îspanyayê li ser pêşketina binesaziya herêmê ye.

Ev hevkariya aborî dikare bibe gaveke girîng ji bo pêşxistina pêwendiyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê de, û bibe sedema geşbûna aborî û vekirina derfetên kar li herêmê.