PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Îranê, Tuxgeneral Mihemed Akramînîa, di hevpeyvînekê de derbarê êrîşeke mihtemel a Washingtonê de hişyariyên tund dan.
Akramînîa ragihand ku eger şerek dest pê bike, “ew ê tevahiya herêmê û hemû baregehên Amerîkî bigire nav xwe”. Fermandarê Îranî destnîşan kir ku hêzên wan dikarin bi hêsanî bigihîjin baregehên Amerîkî yên li Kendava Faris û Kendava Omanê, ku ev yek “lawaziya hêzên biyanî” zêde dike.
Akramînîa tekez kir ku Îran ji bo her vebijarkekê amade ye û got ku Serokê Amerîkayê divê “di navbera tawîz û şer de” yekê hilbijêre.
Ev daxuyanî di demekê de tên ku rêveberiya Donald Trump siyaseta “zexta herî zêde” li dijî Tehranê nû kiriye. Tevî vê rageşiya leşkerî, tê payîn ku sibe karbidestên Amerîkî û Îranî li Omanê ji bo danûstandinan werin cem hev.