Bahçelî daxwaza xwe ya ji bo berdana Ocalan û Demîrtaş dubare kir

Dîroka Weşanê :
Bahçelî daxwaza xwe ya ji bo berdana Ocalan û Demîrtaş dubare kir

PeyamaKurd – Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de careke din got ku divê mafê hêviyê ji bo Ocalan bê sepandin.

Bahçelî daxwaz kir ku Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûd werbigire û were berdan, Selahattin Demîrtaş vegere mala xwe û Ahmet Ozel vegere ser wezîfeya xwe.

Bahçelî di axaftina xwe de destnîşan kir: 

Heta ku li Anadoluyê aştî pêk neyê, Ocalan ji mafê hêviyê sûd wernegire, Ahmet Ozel vegere ser karê xwe û Demirtaş serbest neyê berdan, biryara me ya di vê pêvajoyê de zelal e.”

Bahçelî diyar kir ku peymana dawî ya di navbera Şam û HSDyê de nîşana serkeftina banga Ocalan e û got ku “banga aştiyê ya serokê damezrîner ê PKKyê li Sûriyeyê hatiye bersivandin”.

Serokê MHPyê tekez kir ku PKK ber bi hilweşînê ve diçe û bang li Partiya DEMê kir ku rêzê li vê pêvajoyê bigire.

Bahçelî her wiha careke din bi tundî li dijî hilbijartinên pêşwext derket û got ku “hilbijartinên pêşwext dê qet neyên kirin”.