Mesrûr Barzanî û Kobakhidze xurtirina têkiliyên Kurdistan-Gurcistanê gotûbêj kir

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî û Kobakhidze xurtirina têkiliyên Kurdistan-Gurcistanê gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze li Dubayê civiyan û xurtkirina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Di hevdîtina ku di çarçoveya "Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan" a li Dubayê de, her du aliyan li ser girîngiya xurtkirina peywendiyên dualî di warên cuda de danûstandina bîr û rayan kirin. Mesrûr Barzanî û Kobakhidze hevnêrîn bûn ku pêwîst e hevkarî û pêwendiyên navbera Hewlêr û Tiblîsê di astên cuda de werin pêşxistin.

Herwiha Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze bi pêzanîn û rêz behsa rola erênî ya Kurdên welatê xwe kir û destnîşan kir ku Kurd wekî pêkhateyeke çalak û dost xizmeta geşedana Gurcistanê dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, hevdîtinê xwe yê ligel serkirdeyên welatan berdewam dike.