PeyamaKurd – Balafirên şer ên Erebistana Siûdî, îro roja Înê li parêzgeha Hezremûtê ya Yemenê, baregeheke leşkerî ya girêdayî Encumena Veguhêz a Başûr bombebaran kir. Di encama vê êrîşê de hejmareke zêde leşkerên başûrî hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Encumena Veguhêz a Başûr, balafirên Siûdî 7 caran êrîş birine ser baregeha Lîwaya 37emîn a li herêma El-Xeşe. Serokê encumena navborî, Mihemed Ebdulmelîk ragihand ku êrîşan ziyanên mezin gihandine hêzên wan.
Ji aliyê din ve, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Başûr Mihemed Neqîb destnîşan kir ku hêzên wan li hemû eniyan di amadebaşiyê de ne. Di sala 2026an de şerê li ser çavkaniyên petrolê û herêmên stratejîk ên mîna Hezremûtê, têkiliyên di navbera hêzên başûrî û hêzên ku ji aliyê Siûdiyê ve tên piştgirîkirin, ber bi rûbirûbûneke rasterast ve birine.