PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew ê roja duşemê êvarî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi rêya telefonê hevdîtinekê pêk bîne.
Di hevdîtina Koşka Spî ya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Trump de, mijara Xezeyê û tevlîkirina Tirkiyê di çarçoveya Peymana Aştiyê ya Xezeyê de hatibû rojevê û Netanyahû red kiribû ku Tirkiye bi hêzên xwe û awayekî din li Xezeyê hebe.
Erdogan jî piştî nimêja înê li Stenbolê diyar kir ku di hevdîtina Trump de dê bi giranî li ser şerê navbera Rûsya û Ukraynayê û herwiha geşedanên dawî yên li Filistînê rawestin.
Erdogan bal kişand ser rewşa mirovî ya giran a li Xezeyê û bertekên tund nîşanî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da û got ku Îsraîlê daxwaza wan a şandina konteyneran ji bo xelkê Xezeyê red kiriye.
Erdogan got, "Me dixwest birayên xwe yên Xezeyî ji jiyana di konan de rizgar bikin, lê ji ber astengiyên Îsraîlê em nikarin konteyneran bişînin."