PeyamaKurd- Li bajarê Yalova yê Tirkiyeyê hefteya borî şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekariyê û çekdarên DAIŞê de derketibû û 3 polîs hatibûn kuştin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser êrîşa çekdarî ya li dijî hêzên ewlehiyê de, 26 kes bi tometa "endamtiya rêxistina terorê DAIŞê" hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê yên Yalovayê, piştî êrîşa ku tê de 3 polîsan can dabû û 8 polîs û pasewanek jî birîndar bûbûn, operasyon li dijî şaneyên DAIŞê li dar xistibû û bi giştî 42 kes hatibûn binçavkirin.
Îro 2yê Çileyê gumanbarên DAIŞê sewqî dadgehê hatin kirin û Dadgeha Yalovayê piştî wergirtina îfadeyan, bi tometa "endamtiya DAIŞê" û "têkiliya bi êrîşê re", biryara girtina 26 kesan da û ew şandin girtîgehê. 16 kesên din jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.