Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin

Dîroka Weşanê :
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin

PeyamaKurd- Balyozê Amerîkî yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Tom Barrack, êrîşa terorî ya li Sûriyê ku tê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sîvîl hatin kuştin, wekî "kemîna tirsonek" bi nav kir û got ku biryardariya Amerîkayê li herêmê dê neyê hejandin.

Barrack anî ziman ku erkê bingehîn ê hêzên Amerîkî yên kêm li Sûriyê ev e: "Hêzên me ji bo ku DAIŞê bi carekê û bi temamî têk bibin, ji nû ve vejîna wê asteng bikin û welatê Amerîkayê ji êrîşên terorî biparêzin, li Sûriyê dimînin."

Barrack herwiha got ku ew biryardariya Serokomarê Sûriyê, Ehmed Şara, ya ji bo dîtin û cezakirina berpirsên êrîşê pêşwazî dikin.

Barrack peyama tolhildanê ya Donald Trump bi bîr xist û destnîşan kir: "Em ê bi biryardarî li pey her kes, fînansor û hêsankarekî ku destê wî di vê êrîşa nebaş de hebe, bigerin. Heta ku DAÎŞ bi temamî ji holê rabe, em ê dev ji vê peywirê bernedin. Wê bersiva her êrîşeke li dijî Amerîkiyan bi edaleteke bilez û bêrehm be."