Mesrûr Barzanî bi Balyozê Îranê re civiya

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Îranê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Îranê yê li Bexdayê Mihemed Sadiq re civiya da ku rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlemanî nîqaş bike.

Serokwezîr Barzanî roja Yekşemê 14ê Kanûna Pêşîn a 2025an (îro) pêşwazî li Balyoz Sadiq kir.

Gotûbêj li ser pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de, rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlemanî û danûstandinên di navbera partiyên siyasî yên Iraqê de ji bo avakirina kabîneya nû hatin kirin.

Di beşek din a hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, bi taybetî di warên aborî, bazirganî û çandî de hat kirin.