Belarûsê bi Sertê rakirina cezayan 123 girtiyên Amerîkî berdan

Dîroka Weşanê :
Belarûsê bi Sertê rakirina cezayan 123 girtiyên Amerîkî berdan

PeyamaKurd- Rêveberiya Belarûsê, piştî ku DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) qebûl kir ku sizayên li ser Mînskê rake, 123 girtiyên siyasî serbest berdan.

Hate ragihandin ku di nav kesên hatin berdan de Ales Bialiatski yê Xelatgirê Aştiyê yê Nobelê û çalakvana muxalif Maria Kolesnikova jî hebûn.

Azadkirina mehkûmên welatiyên Amerîkî, wekî bersiveke piştî rakirina sizayên potasyumê yên DYA'yê yên li ser Belarûsê pêk hat.

Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, John Coale got, "Dema têkiliyên her du welatan normal bibin, dê her biçe zêdetir siza bên rakirin."

Rayedaran ragihandin ku ji girtiyên hatine berdan, 9 kes ji Belarûsê birine Lîtvanyayê û 114 kes jî birine Ukraynayê.