PeyamaKurd – Iraq û Tirkiye li Enqerê civiyan da ku li ser veguhestina petrola xav bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê rêkeftineke nû çêbikin.
Daxuyaniyeke Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku şandeyeke Iraqî roja Sêşemê 18ê Mijdarê li Enqerê bi aliyê Tirkiyeyê re civiya da ku li ser hinardekirina petrola xav nîqaş bike û rêkeftineke nû bike.
Şandeya Iraqê ji aliyê Basim Mihemed Hudayir, Cîgirê Wezîrê Karê Derxistinê yê Wezareta Petrolê û şandeya Tirkiyeyê jî ji aliyê Ahmet Berat Çonkar, Cîgirê Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê ve dihat birêvebirin.
Hat ragihandin ku di civînê de lêkolînên berfireh derbarê reşnivîsa rêkeftina nû û hevkariya hevbeş a potansiyel a di navbera her du welatan de di projeyên enerjiyê de hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, aliyan pêşketina erênî ya danûstandinan piştrast kirin û ji bo nivîsandina rêkeftineke nû ku dê hevkariya wan a stratejîk xurt bike, berdewamiya pêvajoyên veguheztinê misoger bike û berjewendiyên hevpar pêk bîne, rêkeftineke pêşîn çêkirin.
Peymana boriyên petrolê ya 52 salî ya sala 1973an a di navbera Tirkiye û Iraqê de di 27ê Tîrmeha 2026an de diqede. Kar ji bo guhertina vê peymanê bi peymaneke hevkariya enerjiyê ya berfirehtir tê kirin, ku armanc dike li ser projeyên petrola xav û gaza xwezayî hevkariyê bike.
Piştî danûstandinên ji bo peymaneke nû, tê plankirin ku boriyên petrolê ji nû ve werin çalakkirin û bi kapasîteya xwe ya tevahî werin xebitandin.