Biryara nû ya Trump: Ji bo 5 welatên din vîze û hatina Amerîkayê hat qedexekirin

Dîroka Weşanê :
Biryara nû ya Trump: Ji bo 5 welatên din vîze û hatina Amerîkayê hat qedexekirin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi hinceta "parastina ewlehiya neteweyî" çarçoveya qedexeya seferê berfirehtir kir û pênc welatên nû li lîsteyê zêde kirin.

Li gorî biryara ku dê di 1ê Çile de bikeve meriyetê, welatiyên Burkîna Faso, Malî, Nîjer, Sûdana Başûr û Sûriyeyê êdî nikarin derbasî Amerîkayê bibin. Herwiha, sînordarkirinên rêwîtiyê li ser kesên ku belgeyên Desthilata Filistînê bi kar tînin jî hatin ferzkirin.

Qesra Spî diyar kir ku ev biryar ji ber metirsiya terorê, gendelî û kêmasiyên pergalên kontrolê yên wan welatan hatiye girtin. Li gel welatên nû, Laos û Sîera Leone jî ku berê sînorkirî bûn, niha bi tevahî ketin lîsteya qedexeyê. Di vê lîsteyê de welatên wekî Îran, Somalî, Afxanistan û Yemen jî hene ku têketina wan a Amerîkayê bi tevahî qedexe ye. Di heman demê de li ser 15 welatên din ên wekî Nîjerya û Venezuelayê jî sînordarkirinên qismî hatin danîn.

Rayedaran destnîşan kiriş ku ev qedexe dê bandorê li kesên xwedî mafê niştecihbûnê (Green Card), dîplomat û werzişvanên navneteweyî nake, lê ji bo geştyar û koçberên din rêyên hatinê hatine girtin.