Serok Barzanî: Alaya me hilgira îdeal û xewnên gelê Kurdistanê ye

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Alaya me hilgira îdeal û xewnên gelê Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Îro 17ê Kanûna Pêşîn, bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û Roja Alaya Kurdistanê (Alaya Rengîn) li hemû Kurdan pîroz kir. 

Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:

Alaya Kurdistanê semboleke pîroz a gelê me ye; ew peyam, xewn û îdealên hemû Kurdan hildigire. Roja Alayê li hemû xelkê birûmet ê Kurdistanê pîroz be."

Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya 11ê Mijdara 1999an de "Yasaya Alaya Herêma Kurdistanê" pejirandibû. Paşê, bi biryara hejmar 48ê ya sala 2009an, roja 17ê Kanûna Pêşîn wekî "Roja Alaya Kurdistanê" hat ragihandin.