Budça bergiriyê ya Amerîka qebûl bû: 901 milyar dolar

Dîroka Weşanê :
Budça bergiriyê ya Amerîka qebûl bû: 901 milyar dolar

PeyamaKurd –  Senatoya DYAyê budça bergiriya DYAyê ya bi 901 milyar dolarî qebûl kir û şand Koşka Sipî. Budça bergiriyê di bin navê Qanûna Erkdarkirina Bergiriya Netewî (NDAA) de hat qebûl kirin.

Senato budçê bi erêkirina 77 dengên erênî û bi redkirina 20 dengên neyînî budçê qebûl kir. Bendene Trump di wextekî nêz de budçê îmza bike.

Di nav budçê de şeklekî nû didin stratejiya kureyî ya leşkerî û reqabeta li hemberê Çînê û Rûsyayê zêde dike.

-Bo desteka şerê Ûkraynayê 400 milyon dolar veqetandine û dê ev pere bidin şîrketên xwe yên ku alavên leşkerî didin Ûkraynayê.

- Xala ku jimara leşkerên DYAyê yê li Ewrûpayê nekeve binê 76 hezarî heye û ev tê vateya ku DYA li Ewrûpayê hebûna xwe ya leşkerî diparêze.

-Di qanûna buçê de heye ku şîrket an kesên ku di teknolojiya hessas de mal difroşin Çînê, wê agahiyan bidin wezareta xezîna Amerîkayê. Di qanûn de heye ku şîrketên Çînê yên biyoteknolojiyê ji fonên federal yên DYAyê fêde nebînin.

-DYA bo Taywanê 1 milyar dolar û bo Filipinê jî 1,5 milyar dolar fona bergiriyê dide. Ev perçeyekî ji xwurtkirina hevkarên DYA ye li hemberê çînê li Pasîfîkê.

-Yasaya Sezar ya ser Sûriyê bi erêkirina budçê re ji ortê radibe.

-Di budçê de desteka bo Qubbeyên ji Hesin û Berkaniya Dawûd bi temamî desteka fînansê dike û dibêje wê DYA daîma şiyanên hilberîna Îsraîlê rave bike.

- Bikaranîna hêza leşkerî ya bi ser Iraqê ya sala 1991 û 2002an (AUMF) ji ortê radike. Ev jî weka ku DYA li Rojhilata Navîn rewşa xwe car din di berçav de derbas dike hat ravekirin.