Di Meclisê de pevçûn derket û bi kulm û pihînan li parlementerekî xistin

Dîroka Weşanê :
Di Meclisê de pevçûn derket û bi kulm û pihînan li parlementerekî xistin

PeyamaKurd – Parlementoya Bûlgaristanê di wexta li ser budça sala bê de munaqeşe dikirin, muxalefet û desthilat hev sûcdar kirin û heya di navbera wan de şer derket.

Çawa di parlementoyê de munaqeşe û şer dikin her weha di kuçeyan de jî dijberiya navbera terefdaran zêde dibe.

Li gor ragihandina Euronewsê; baskê muxalefetê yê PP–DB desthilatê bi budça diziyê tewanbar kir û goti ku wê perê budçeyê berya hilbijartina bi kirîna dengan de bikarbînin. Bangî hemwelatiyan kirin ku mijarê protesto bikin û nehêlin budçe qebûl bibe.

Desthilat ragihand ku wê budçe di dayîna mehaneyan de, danên mesrefên civakî de û bo îstîqrara darayî bixin bin garantiyê de, dê bikarbînin.

Ji ber munaqeşe zêde bûn, parlementerê MEChê Radostin Vassilev li parlementerê DPS–New Beginningê li Gyunay Daloolu bi pihîn û kulman lê xist û germahiya parlementoyê giha asta bilind.