Cevdet Yilmaz û Tom Barrack li Enqereyê civiyan

Dîroka Weşanê :
Cevdet Yilmaz û Tom Barrack li Enqereyê civiyan

PeyamaKurd – Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, îro 15ê Rêbendanê, li Qesra Serokkomariyê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack kir.

Di hevdîtinê de, her du alî li ser kûrkirina hevkariya aborî, pîşesaziya parastinê û rakirina dorpêçên CAATSA axivîn.

Li gorî daxuyaniya Yilmaz, di civînê de pêşketinên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û qonaxa duyemîn a plana aştiyê ya Xezeyê bi berfirehî hatin nirxandin.

Yilmaz destnîşan kir ku wan li ser mijarên herêmî û cîhanî nêrînên xwe par ve kiriye û spasiya Barrack kir ji bo hewldanên wî yên avaker ên di navbera her du dewletan de.