Koşka Sipî: Îran 800 îdaman da rawestandin

Dîroka Weşanê :
Koşka Sipî: Îran 800 îdaman da rawestandin

PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku Îranê wê duhî 800 kesan îdam bikira lê Îran ew îdaman da rewestandin. Koşk, her weha got ku Trump û tîma wî rewşê ji nêz de dişopînin û temamê bijarteyan li ber wan e.

Li ser çalakiyên li Îranê ku 2 hefteye dewam dikin, 2500 kes hatin kuştin û li dora 20 hezar kes di bin çav de ne. Trump Îranê tehdîd kiribû û gotibû eger çalakvanan îdam bike, wê li Îranê bixe û Îran niha goya îdaman rawestandiye.

Berdevka Koşka Sipî ya DYAyê Karoline Leavitt li Koşkê civîna çapemeniyê li dar xist û got:

“Serok Trump bo rejîma Îranê got; eger îdama çalakvanan dewam bikin, wê encamên wê xerab bin. Îran bo DYAyê got ku îdaman rawestandine û ew 800 kesên ku wê duhî bihatina îdam kirin, îdama wan sekinandine.

Bi vê sedemê, serok Trump û tîma wî rewşa li Îranê ji nêz de dişopîne û temamê alternatîvan li ser masêne.”

Li Îranê, bi sedema ketina qiymeta peran û bihabûna jiyanê, li seranserê Îranê xwepêşandan destpêkiribûn û niha jî dewam dike.