Di sala 2025an de, dahata petrol û gaza Rûsyayê %24 daketiye

Dîroka Weşanê :
Di sala 2025an de, dahata petrol û gaza Rûsyayê %24 daketiye

PeyamaKurd – Wezareta darayî ya Rûsyayê ragihand ku dahatên petrol û gazê yên sala 2025an, li gor sala 2024an, %24 kêm bûye û daketiye 8,5 trilyon Rubleyî (108,2 milyar dolar).

Bi sedema bihayê petrolê ket û bihayê perê Rûble zêde bû, di dahatên îxracata enerjiyê de kêmbûnekî heye.

Welatên Rojava givaşên fireh danîne ser petrol û gaza Rûsyayê û Rûsya dixebite li Asya û herêmên din yên dinyayê, ji bo xwe bazarekî peyda bike û para xwe di bazara dinyayê de zêde bike.

Welatên D7 û YEyê qedexê danîbûn ser petrola ku ji Rûsyayê di deryayê de here welatên din û her varêlî bihayê 60 dolar jî pere danîbûn ser û biryar di 05.12.2022an de dest bicîhanîna biyarê kiribûn.