PeyamaKurd- Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro 17ê Mijdarê biryara bidawîkirina desthilatên parlamento û hikûmeta Iraqê da ku hemû peywirên îdarî li xwe digre.
Li gorî biryarê, hikûmeta heyî dê tenê bikare desthilatên birêvebiriya rojane ya kar bikar bîne lê nikare ti biryarên stratejîk an mezin bide.
Di biyarê hin xal hatin destnîşankirin
Bidawîhatina desthilata parlamentoyê: Biryar bi awayekî neyekser desthilata qanûndanînê ya parlamentoyê radiwestîne û divê her biryar an qanûnek nû di pêşerojê de bi baldarî ji nû ve were nirxandin.
Hikûmeta Kar birêvebirinê: Hikûmeta heyî tenê dikare karûbarên rojane yên welêt, wek dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn û mûçeyan, birêve bibe, lê mafê wê tune ku ti projeyên mezin pêk bîne, peymanên stratejîk îmze bike an biryarên siyasî yên mezin bide.
Tê çaverêkirin ku ev biryar bertekên siyasî û qanûnî yên berfireh çêbike û dibe ku destpêka qonaxeke nû di pevçûna siyasî ya li Iraqê de nîşan bide. Niha, çav li ser wê yekê ne ku partiyên siyasî dê çawa bi vê rewşa nû re danûstanê bikin.