PeyamaKurd- Berdevkê Qesra Kremlînê ya Rûsyayê Dmîtrî Peskov got, "Em hêvî dikin gava amadekarî temam bibin û şert û merc çêbibin, lûtkeya Trump-Pûtîn pêk were."
Berdevkê Qesra Kremlînê Dmîtrî Peskov, li ser pirsên rojnamevanan a derbarê lûtkeya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA'yê Donald Trump a ku meha Tebaxê li Alaska li hev civiyabûn û paşê hatibû plankirin ku li Budapeşt a Macaristanê bicivin û hatibû betalkirin daxuyanî da.
Peskov li ser pêkhatina şert û mercên hevdînê got, "Niha zehmet e ku mirov texmîn bike ka ev şert wê kengê derkevin holê. Bêguman, em hemû dixwazin ev şert zûtirîn dem pêk werin."
Peskov destnîşan kir ku her du alî jî li ser wê yekê hemfikir in ku ji bo lûtke avaker be, amadekariyeke kûr pêwîst e û got, "Em hêvî dikin gava amadekarî temam bibin û şert û merc çêbibin, lûtkeya Trump-Pûtîn pêk were."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di 16'ê Cotmehê de ragihandibû ku ew ê ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê li Macaristanê bi Pûtîn re bicive. Trump, di daxuyaniyeke din a di 23'ê Cotmehê de jî destnîşan kiribû ku wan hevdîtina xwe ya plankirî ya li Macaristanê bi Pûtîn re bi hinceta ku di hewldanên dîplomatîk de pêşketin çênebûye, betal kiriye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî biryar dabû ku ji ber ku Rûsya ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê pabendbûneke cidî nîşan nedaye, li ser şîrketên petrolê yên Rûsî Rosneft û Lukoil û şaxên wan yên girêdayî wan cezayan ferz dike.