PeyamaKurd- Li gorî aborînasan li Îranê asta hejariyê di nav 10 salên dawî de, bi qasî 12 qatan zêdetir bûye.
Di rapora aborînasan de hatiye diyarkirin ku rewşa debara jiyanê ya xelkê Îranê gihîştiye asta herî kêm û hişyarî hate dayîn ku karmendên dewletê jî di serî de mamoste, perestar û xanenişîn ketine asta hejariyê jî.
Aborînas didin zanîn ku êdî hejariya li Îranê nayê veşartin û welatî nikarin pêdiviyên jiyanî yên hewce wekî xwarinê jî dabîn bikin.