Dadwerê doza Netanyahû di qezaya trafîkê de mir

Dîroka Weşanê :
Dadwerê doza Netanyahû di qezaya trafîkê de mir

PeyamaKurd- Serokê Dadgeha Herêma Beerşebayê û dadwerê doza gendeliyê ya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, Benny Sagi, roja Yekşemê dema ku li ser otobanê bi motorsîkleta xwe diçû, li otomobîlekê qelibî û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya polîsê Îsraîlê, otomobîla ku li derveyî rê diçû ji nişkave derketiye ser otobanê û li motorsîkleta Sagi ketiye. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku wan Sagi li ser rê bi gelek birînên giran û bêyî nîşanên jiyanê dîtiye û li cihê bûyerê mirina wî ragihandine.

Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog derbarê qezayê de daxuyaniyek da û xemgîniya xwe anî ziman. Herzog got: ‘Dadwerê bi rûmet û xwedî otorite, xwediyê çîrokeke kesane ya bibandor bû. Berî her tiştî mirovekî xwedî nirx, mutewazî û nazik bû. Her dem kesê li pêşberî xwe didît û ji bo aştî û lihevkirinê hewl dida. Sîstema dadweriyê îro yek ji kur û rêberên xwe yên herî navdar winda kir."