Salih Muslim: Ahmed Şara ya li Tirkiyê an li Şamê esîr e

Dîroka Weşanê :
Salih Muslim: Ahmed Şara ya li Tirkiyê an li Şamê esîr e

PeyamaKurd – Endamê serokatiya konseya PYDê Salih Muslim bo Rûdawê ragihandiye ku:

“Heya niha Ahmed Şara li ortê xwuya nake. Bi ku derê de çû? We jî bihîst û me jî bihîst. Di qesrê de lê xistine û gotin birîndar e. Ez teqez dibêjim Ahmed Şara esîr girtine. Ya li Tirkiyê ya jî li Şamê. Ji serî de Ahmed Şara ti ragihandinekî nekir. Ew çend mirov hatin kuştin û di bin tehdîdê ne. Paymana îmza kiriye nayê bicîhanîn. Divê Ahmed Şara derkeve û çend kelîma bibêje.”

Salih Muslim got ku peymana 10ê Adarê li gor dilê wan nîne. Dixwazin xwe jê rizgar bikin. Bi taybetî Tirkiye. Lewra dixwazin peymanê biqedînin û dewam kir:

“Paymana 1ê Nîsanê jî heye. Wê li ser soza xwe nesekinin. Di her derfetê de êrîş dikin. Bawerî bi wan nayê anîn. Ew çend peyman hebûn lê hêjî êrîş dikin û êrîşên wan dirindewarîne. Ji seranserê dinyayê cîhadiyan anîne û 2 taxên sîvîlan dorpêç kirine. Rûdanên li vê derê dibin ne li Suweydayê ne jî li sahile bûn. Jinan direvînin, xaniyan xerab dikin û ter tiştî yaxma dikin.

Ev hemû piştî gotinên wezîrê bergiriya Tirkiyê bûn û şer destpêkir. Lewra mesele berjewendiyên Tirkiyêne û divê ev vêya zanibin.

Ahmed Şara heya niha bi hîç kesekî re neaxifî û nederket ser ekranan. Ez vana hemû didim ber çav û dibêjim ku ew esîr girtine. Ya li Şamê girtin ya jî li Ankara di destê wan de ye. Dema birîndar bû gotin ew birine nexweşxanê Ankara. Ji wê rojê de jê xeberekî nîne. Eger newsa be bila derê 2 kelîme bêje.”