NASA, meşa li fezayê paşde xist

Dîroka Weşanê :
NASA, meşa li fezayê paşde xist

Peyamakurd – Ajansa Hewagerî û Fezayê ya DYAyê NASA, dê di 8ê mehê de an ku îro meşa fezayê bikira lê bi sedema astronotekî di muretebatê de pirsgirêka tenduristiyê jiya, meşê paşde xistin.

Bi sedema mijara tenduristiya xebatkarê muretebatê bi diziye agahî nehat dayîn. Di daxwuyaniya NASA de heye ku wezîfa tîma Crew 11an zû biqedînin û temamê bijarteyan hene. Roja meşê jî tê de, wê paşî temamê agahiyan ragihînin.

NASA plan kiribû ku astronotên wan Mike Fincke û Zena Cardman ku wê wezîfa wan ya "Expedition 74" di Havîna sala 2026an de biqede, dê meşa wan îro bihata kirin ku wê 6,5 dewam bikira.

Di xebata meşa wan de, bo amadekariyên panela rojê, bilindkirina panelên roje, xebatên normal yên tamîran di nav karên wan de bûn.