PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz berî serdana xwe ya sê rojî bo Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Yekbûyî yên Erebî li Balafirgeha Berlîn-Brandenburgê daxuyaniyek da.
Merz diyar kir ku aştî û ewlehî li herêmê girîng in û got, "Divê tundûtûjiya ku rejîma Îranê li dijî gelê xwe pêk tîne tavilê bi dawî bibe."
Merz diyar kir ku divê Îran bernameya xwe ya nukleerî rawestîne, dev ji avêtina moşekên balîstîk ber bi Îsraîl an welatên Kendavê berde û çalakiyên xwe yên bêîstîqrar li herêmê bi dawî bike.
Merz bi bîr xist ku Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de ye û got, "Em amade ne ku zextê li ser Tehranê bêtir zêde bikin."
Merz diyar kir ku ew bi DYA û Îsraîlê re di diyalogê de ne û got, "Em ji bo hevdîtinên ku wê beşdarî bidawîkirina bilez a bernameyên nukleerî û çekan ên Îranê bibin amade ne."