Serok Barzanî: Kurdan qet şer nedaye destpêkirin

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Kurdan qet şer nedaye destpêkirin

PeyamaKurd – 11emîn Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê îro, 5ê Sibata 2026an, li Hewlêrê bi beşdariya 800 bijîşk û pisporan dest pê kir. Serok Mesûd Barzanî di gotara destpêkê de bi germî bixêrhatina mêvanan kir û wiha got:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan. Destpêkê Ez dixwazim bi germî bixêrhatina we hemûyan bikim û destxweşiyê li Sendîkaya Bijîşkî û Lijneya Mezopotamyayê bikim ji bo organîzekirima vê Kongreya 11emîn. Ez dixwazim bêjim ku dil û deriyê Hewlerê her gav ji bo we û ji bo çalakiyên weha vekirî ye. Hejmareke mezin ji bijîşkên ji her çar beşên Kurdistanê îro li vir in ku ev ji bo me çavkaniya serbilindî û hêviyê ye. Çalakiyên bi vî rengî pir, pir bi qîmet in. Guhertina zanîn û ezmûnê dê xizmeteke mezin ji bo miletê me bike. We karekî pîroz kiriye. Ez we pîroz dikim û spasiya we dikim. Karê bijîşk karekî pir pîroz e, jiyana mirovan rizgar dike. Karekî pîroztir tune. Ji ber vê rêyê hûn pîroz in, ji ber ku erkê we erkekî pîroz e.”

Serok Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser şiyana takekesê Kurd û giringiya perwerdehiya nifşên nû ya li derveyî welat û wiha berdewam kir:

Ez ji we re serkeftinê dixwazim û em bi we re ne û bi hemî hêz û şiyana xwe piştgiriyê didin we. Hejmareke bijîşk ji derveyî welêt beşdarî vê dibin, û her weha ji her çar beşên Kurdistanê. Ev yek vê rastiyê nîşan dide ku heke derfet ji takekesê Kurd re guncaw bin, takekesê Kurd ji mirovên din kêmtir nîne. Spas ji Xwedê re ku profesor û zanyarên mezin hene ku em bi wan serbilind in û em hêvî dikin ku Kurdên li derveyî welêt dê ji vê derfetê sûd wergirin, ji ber ku gelek ji van kesan ji vê derfetê sûd wergirtiye û zarokên xwe teşwîq bikin ku zanistê fêr bibin. Herweha di her warî de be zêde ne giring e ya giring dûr bikevin ji tiştên pûç û vala, dûr bikevin ji wan tiştên ku ziyanê digihînin wan bi xwe û ji ber ew ziyan bibe ziyana gelê mirov bi xwe. Di heman demê de, fêrî wan bikin ku ziman, ax û neteweya xwe ji bîr nekin.”

Rêberê Kurd di beşeke din a axaftina xwe de, karesata li Rojavayê Kurdistanê û felsefeya aştîxwaz a Kurdan bi van gotinan anî ziman:

Birêzan! Ez naxwazim pir wextê we bigirim, lê me hemûyan demek berê dît ku mixabin li Rojavayê Kurdistanê karesateke mezin çêdibe. Ez naxwazim biçim nav hûrgiliyan ka çima û çawa ev rewş çêbûye, lê wekî ku Ereb dibêjin, ‘Xwedê tiştê ku em jê ditirsin me jê biparêze’. Tirsa min a herî mezin ew bû ku ew veguhere şerekî Kurd-Ereb. Hûn dizanin ku heke em vegerin dîrokê, Kurdan qet şer nedaye destpêkirin û hemî rêberên şoreşên Kurdistanê her gav ferman û rênimayî dane ku şerê me li dijî zordar e, ne li dijî neteweyên din. Çima dîsa weha lêhat? Ez ê nekevim nav wê hûrgiliyê. Di rewşeke wisa de, divê mirov biryaran bide û dûrî hestan tevbigere. Me çi ji destê me dihat kir, em serbilind in, ji ber ku me dema ku pêwîst bû û şert û merc guncaw bûn Pêşmerge şandin, ew çûn Kobanî da ku li kêleka birayên xwe li dijî DAIŞê şer bikin û Kobanî azad kirin.”

Serok Barzanî lihevkirina li Rojava kir û spasiya gelê Kurdistanê û Dezgeha Barzanî kir ji bo yekrêziya wan û weha pê de çû:

Rewş vê carê cuda bû, vê carê pêdivî bû ku agir were vemirandin. Spas ji Xwedê re û spas ji hemî aliyên din re ku alîkarî kirin. Şer ne mezin bû û nebû şerekî Kurd-Ereb. Tiştên xirab pêk hatin, lê pir, pir xirabtir dikarîbû pêk were. Di navbera birayên me yên li Rojava û hikûmeta Sûriyê de peymanek çêbûye. Em hêvî dikin ku ev peyman berdewam bike û me çi ji destê me dihat kir da ku pêşî li belavbûna şer bigirin. Ez dixwazim spasiya her Kurdekî li her çar perçeyên welêt û derveyî welat jî bikim ji bo yekîtî û ramana neteweyî ku bi tu tiştî nayê teqdîrkirin. Ev serkeftina herî mezin bû. Ji aliyekî din ve, ez dixwazim spasiya gelê Kurdistanê bikim ji bo alîkarî û coşa wan. Bi hezaran ciwan bi dilxwazî çûn û alîkariya birayên xwe kirin. Ez dixwazim spasiya hemû saziyan bikim ku çûn alîkariya birayên xwe û xizmet pêşkêş kirin. Bi taybetî, ez dixwazim spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bikim ji bo xizmeta wan a ji bo birayên me yên li Rojava. Ez hêvî dikim ku yekîtiya me li ser asta neteweyî dîtiye bibe bingeha pêşerojê û ji bo her bûyerê dibe ku di pêşerojê de çêbibe. Divê em li şer nefikirin, lê di heman demê de em zordariya zordaran jî qebûl nakin. Em dua dikin ku rewş baştir bibe, birayên me û xwişkên me yên li Rojava jiyaneke rehet bijîn û tişta ku ji destê me jî bê em tezsîr nakin û bê dudilî em dê alîkar bin.”

Di dawiya gotara xwe de, Serok Barzanî behsa pêvajoya aştiyê ya li Bakur, krîza siyasî ya bi Bexdayê re û giringiya îradeya neteweyî kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:

Di derbarê Bakur de, pêvajoya aştiyê salan e jê zêdetire berdewam dike. Me ji roja yekem ve piştgirî daye wê û em hêvî dikin ku ew bigihîje encamekê ku dê ji her kesî re sûdmend be. Tenê ez vê dibêjim. Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û bi Bexdayê re, mixabin, piştî hilbijartinên par, ne Herêma Kurdistanê û ne jî hikûmet li Bexdayê nehat damezrandin. Gelek pirsgirêk hene. Em ê li Bexdayê bikin da ku em zû ji vê krîzê derkevin, hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li Bexdayê. Lê gelek pirsgirêk hene. Em hêvî dikin ku pirsgirêk û nakokiyên di navbera van dewletan de bi rêya diyalog û aştiyê çareser bibin, ji ber ku şer ji bo hemû mirovên herêmê û ji bo hemû aliyan zerer û ziyan e. hêvîdarim bi diyalogê pirsgirêk çareser bibin. Di dawiyê de, ez ji bo vê kongreyê we pîroz dikim û piştrast dikim ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin we û ji we re serkeftinê dixwazim. Divê em jî bizanin ku heke îradeya me hebe û baweriya me bi doza neteweya me hebe, her tim hevalên me hene. Heke îradeya me tune be, ne amade bin û baweriya xwe bi xwe neynin, kes dostê me nîne. Vê yekê baş bizanin. Di dawiyê de, ez silavan ji bo giyanê hemû şehîdan û silavan ji bo hemû xwişk û birayên Kurd li her deverê ku ew lê bin dişînim. Ez ji we re serkeftinê dixwazim û ez hêvî dikim ku Kurdistan bextewar bimîne. gelek spas.”