PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Çekdar ên Almanya ragihand ku ew ê ji ber sedemên teknîkî û ewlehiyê hejmara leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê kêm bike.
Daxuyaniya Fermandariyê destnîşan kir ku yekîneyên ku êdî ne hewce ne li Herêma Kurdistanê wê wekî beşek ji nû ve dabeşkirina hêzan bi demkî werin vekişandin.
Daxuyaniyê hejmara leşkerên ku wê werin vekişandin û yên ku li Herêma Kurdistanê mane diyar nekir.
Herwiha hat gotin ku hêzên mayî wê bi hevrêziya Herêma Kurdistanê û Iraqê erkên xwe bidomînin.
Meha borî, Parlamentoya Almanya bicihkirina leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2027an dirêj kir û 109 milyon euro ji bo lêçûnên salane yên hêzan veqetand.
Almanya di çarçoveya hêzên NATOyê de zêdetirî 500 leşkerên xwe li Hewlêr û Bexdayê hene.