Dema bicihbûna leşkerên Alman li Iraq û Herêma Kurdistanê hate dirêjkirin

Dîroka Weşanê :
Dema bicihbûna leşkerên Alman li Iraq û Herêma Kurdistanê hate dirêjkirin

PeyamaKurd - Parlamentoya Federal a Almanya (Bundestag) dirêjkirina dema bicihbûna leşkerên Alman li Iraq û Herêma Kurdistanê heta 31ê Çileya 2027an pejirand.

Di dengdana îro de li Parlamentoya Federal a Almanya, biryar hat dayîn ku hebûna Hêzên Çekdar ên Alman (Bundeswehr) li Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam bike.

477 endamên parlamentoyê dengê erênî dan pêşniyarê, 100 deng li dijî dan û yek jî bêalî ma. Li gorî pêşniyara pejirandî, ji bo lêçûnên mîsyonê û lêçûnên operasyonê yên leşkeran îsal budçeyek 109 mîlyon euro wê were veqetandin.

Hejmara nêzîkî 500 leşkerên Alman ên ku niha wekî beşek ji mîsyonek NATOyê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne, wê ji bo serdema nû wekî xwe bimîne. Dema bicihbûna heyî ya ji bo yekîneyê diviyabû di 31ê Çileyê de biqede.

Hikûmeta Berlînê armanca sereke ya hebûna xwe ya leşkerî wekî "pêşîgirtina ji nû ve vejandina DAIŞê û piştgiriya ewlehiya Iraqê" pênase dike. Hêzên Alman bi giranî li paytext Hewlêrê û Bexdayê bi cih bûne.