Demança xwe paqij dikir lê bi sasî li xwe xist û can da

Dîroka Weşanê :
Demança xwe paqij dikir lê bi sasî li xwe xist û can da

PeyamaKurd – Li bajarê Konya li navça Ereğliyê Onur Karkın (29) di wexta demança xwe paqij dikir, sîliha wî qezaen teqiya, Karkın giran birîndar bû û ew birin nexweşxanê.

Rûdan li navça Ereğliyê li gundê Kutörenê li zozanê Karaağılê qewimî. Piştî birîndariya Karkın xeberê dan tîmên pêwendîdar, ew bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Ereğliyê.

Onur Karkın li nexweşxanê can da. Cendirme bûyerê vedikolin bê tiştekî dinê di rûdanê de heye an nîne.