PeyamaKurd- Hate ragihandin ku 3yê Kanûnê li girtîgehên Îranê 25 girtî hatine bidarvekirin ku yek ji wan jin e û du kes jî Kurdên Mûsilê yên Başûrê Kurdistanê ne.
Li gorî raporên medyayî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Pîrwelî Şeibanî li girtîgeha bajarê Sebzewarê, Kêywan Şebexş li girtîgeha Bemê, girtiyekî ku nasnameya wî nehatiye zanîn jî li girtîgeha Kenganê û Elî Kelhur jî li girtîgeha bajarê Gurganê 3yê mehê hatine bidarvekirin.
Di heman rojê de, Yûsif Cemşîdî li girtîgeha bajarê Benderebasê, Sefa Cozîpûr li girtîgeha bajarê Gunabadê, Emîr Îmamî û 2 girtiyên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê, Hisam Norûzî û jinek ku nasnameya wê nehatiye zanîn li girtîgeha Wekîlabad a bajarê Meşhedê, hatine bidarvekirin.
Mehdî Cewanmerdî li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê Îman Murtizayî û Ebûfeyz Dawûdî li girtîgeha bajarê Simnanê de hatine bidarvekirin.