Di pîrozbahiya sersalê de di êrîşa çekdarî de 9 kes hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
Di pîrozbahiya sersalê de di êrîşa çekdarî de 9 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Plateauyê di wexta pîrozbahiya sersalê de, êrîşekî çekdarî pêk hat, 9 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn û hinek kes jî hatin revandin.

Hêzên asayîşê şandin ciyê bûyerê û xebata rizgarkirina kesên revandî dewam dike. Sekreterê herêma Vwanga Iliya Chung li ser rûdanê daxwuyanî da û got ku kesên nasnama wan nayê zanîn, do di wexta pîrozbahiya sersalê de, li eyaleta Plateau li herêma Vwanga êrîşeka çekdarî kirine.

Nîjerya bi salaye ku bi êrîşên baskê DEAŞê yê Afrîka ISWAPê û Boko Haram re rû bi rû dimînin.