PeyamaKurd- Karvedana serdana Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ya bo Başûrê Sûriyê ku hefteya borî pêk anîbû berdewam dike. Rojnameya El Xelîc a Îmaratê bal kişand ser serdana serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû ya başûrê Sûriyeyê û diyar kir ku peyameke xeternak ji bo Sûriye û herêmê ye.
Rojnameyê daye xuyakirin, serdegirtina Îsraîlê ji bo deverên Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma berê zêdetir bû, ev jî li gorî yasayên navneteweyî û peymana 1974an binpêkirin e.
Rojnameyê destnîşan kir ku Netanyahu hewl dide bi hinceta parastinê karta Durziyên Siwêdayê bi kar bîne, armanca wê bicihanîna rewşa ewlehiya nû ye da ku Îsraîl destwerdana yekser li başûrê Sûriyeyê wekî ya li başûrê Lubnanê bike.
Rojnameyê nivîsî ku Îsraîl hewl dide nexşeyên nû li gorî projeya "Rojhilata Navîn a Nû" xêz bike, li gel nebûna tu amadekariyên Îsraîlê ji bo piştgiriya danûsandinên ji bo serweriya Sûriyeyê û Lubnanê misoger dikin an jî vekişîna ji herêmên kontrol kiriye.