PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî îdia kir ku wan di derbarê HSDê de hemû hêsankarî kirine û peymana 10ê Adarê yekem rêkeftineke ku Amerîkayê jî qebûl kiriye.
Şeybanî ji kovara El-Mecele re axivî û got ku Amerîka bi şêweyekî gelekî mezin piştgiriya peymana li gel HSDê hatiye îmzekirin, dike.
Wezîrê hikûmeta demkî ya Sûriyê diyar kir, ev yekem rêkeftin e bi razîbûna Amerîka û Tiurkiyê ku herdem ew di vê derbarê nakok bûn hatiye girêdan.
Şeybanî got ku di peymanê de, rêzgirtin, bawerî bi beşdarbûnê û pabendî bi mafên Kurdan hene û ew wek Hikûmeta Sûriyê wê "zêdetirî wiha çi bi HSDê re bikin".
Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir ku ew li gel Tirkiyê jî navbênkariyê dikin û "eger kesên daxwazkirî li cem HSDê hebin" ew ê li gel Tirkiyê biaxivin da ku "lêborînekê bo wan derxe da ku vegerin".