Fransa, bangî balyozê Îranê kir da here wezareta karên derve

Dîroka Weşanê :
Fransa, bangî balyozê Îranê kir da here wezareta karên derve

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot şiddeta dewletê ya li Îranê şermezar kir û ragihand ku bangî balypozê Îranê yê Parîsê kirine û Fransa û YEyê bo Îranê tedbîrên zêdetir distînin.

Barrot, ragihandina xwe di civîna giştî ya meclisê de kir û li ser pêşdeçûnên li Îranê axifî. Barrot got ku rûdanên li herêmê dibin, nayên qebûlkirin û got:

“Fransa di rêya serok Emmanule Macron de şiddeta ku li ser çalakiyên aştiyane tên kirin, bertekê nîşan da û zora ser xelkê şermezar kir.”

Barrot, got ku rewşê bo wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Erakçi gotine û wê rewşê bo balyozê Îranê jî bêjin û YEyê di nav amadekariyê de ye ku tedbîrên îlawe deynin ser Îranê.

Di 28ê meha borî de, bihayê perê Îranê li hemberê perên din ketibû, jiyana li Îranê bo hemwelatiyan hem gelek biha bûye û zora desthilata Îranê ya ser xelkê bi taybetî ya ser neteweyên din gelek tund bûye.

Bi van sedeman temamê xelkê Îranê rabûye ser piya û nema dikare tehemmula desthilata sofiyan bike. Heya niha ji hezarî zêdetir kes di çalakiyan de hatin kuştin û bi deh hezarî kes di bin çav de ne.