Li Meletiyê li 9 navçe, li Erzeromê 3 navçe û li temamê Ezirgan û Qersê dibistan tatîl in

Dîroka Weşanê :
Li Meletiyê li 9 navçe, li Erzeromê 3 navçe û li temamê Ezirgan û Qersê dibistan tatîl in

PeyamaKurd – Li seranserê Bakûrê Kurdistanê barîna berfê bû sedema tatîlkirina dibistanan. Li bajarê Meletiyê li 9 naçeyan dibistan tatîl bûn: Arguvan, Arapgir, Akçadax, Doğanyol, Doğanşehir, Darende û Pütürge bi temamî û li hinek dibistanên navça Kuluncakê û Hekîmxanê li temamê dibistanên ku zarokan bi erebeyan dibin dibistanan tatîl hat ragihandin.

Li bajarên Ezirgan û Qersê dibistan bi temamî tatîl kirin û li bajarê Erzeromê li 3 navçan dibistanan tatîl kirin.

Di dezgên dewletê de xebatkarên astengdar û jinên bi hemil, wê rojekî bi îzna îdarî neçin ser karên xwe.