PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên ewlehiyê û raporên medyayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê amadekariya bicihbûna leşkerî li Balafirgeha Leşkerî ya Mezzeyê ya li paytext Şamê dike. Ev pêngava ku tê wateya yekem hebûna fermî ya leşkerî ya Amerîkayê li paytexta Sûriyeyê, ji bo şopandina peymanên ewlehiyê yên di navbera Sûriye û Îsraîlê de tê plankirin.
Rayedarên Sûriyeyî piştrast kir ku balafirên kargo yên C-130 ên Amerîkî ji bo "ceribandinên operasyonel" li balafirgehê daketine û Pentagonê rapor daye ku pîst ji bo karanînê amade ye.
Tê diyarkirin ku ev mijar di serdana Fermandarê CENTCOMê ya bo Şamê de hatiye gotûbêjkirin û her çend Sûriye dê serweriya xwe biparêze jî, Amerîka dê baregehê ji bo lojîstîk û çavdêriyê bikar bîne.