Sam: Heta dawiya salê rêkeftina bi Îsraîlê re mimkun e, lê bi sertekî
Dîroka Weşanê :
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şebanî, îşareta rêkeftineke dîrokî da û ragihand ku heta dawiya vê salê, îmzekirina peymaneke ewlehiyê bi Îsraîlê re mimkun e.
Şebanî ji rojnameya Al Majallayê re axivî û nexşerêya Şamê ya ji bo vê peymanê eşkere kir:
Mercêsereke: Divê Îsraîl vekişe ser "xeta 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an". Şebanî tekez kir ku heta ev vekişîn pêk neyê, ti tişt nayê îmzekirin û Amerîkayê jî soz daye ku ji bo vê yekê zextê li Tel Avîvê bike.
Çarçove: Peyman dê li ser bingeha Rêkeftina 1974an be. Ev tê wateya herêmên bêçek û hebûna polîsan a li ser sînor, ne guhertineke statuyê ya daîmî.
Pêşerojû Golan: Wezîr destnîşan kir ku tevî nermbûna ji bo peymana ewlehiyê, mijara Bilindahiyên Golanê dê di navenda her aştiyeke daîmî ya pêşerojê de bimîne.