PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku ji bo Tirkiyeyê rîska herî mezin dibe ku li başûrê Sûriyeyê be.
Hakan Fîdan di bernameyeke televizyoneke Tirkî de got, Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamin Netanyahu û tîma wî di nav hewldana "şekildayîna herêmê" de ne û got ku Îsraîl polîtîkayekê dimeşîne ku ewlehiya xwe li ser bêewlehiya kesên din ava dike.
Fîdan bal kişand ser rewşa HSD û Sûriyeyê û got, "Gelo HSD cesaretê ji Îsraîlê werdigire? Teqez werdigire."
Fîdan îdia kir ku HSD ti carî bi mixalefetê re li dijî Esed tevnegeriyaye û got: "Meseleya neçûna Esed ne tenê daxwaza Rûs û Îraniyan bû. Îsraîliyan jî nexwest ew here."
Fîdan diyar kir ku êdî dîtineke cuda ya birêvebiriya Trump û siyaseta Amerîkayê li ser paşeroja Sûriyeyê heye û wiha axivî: "Niha li vir divê HSD dev ji cihê ku lê rawestiyaye berde, di demeke herî nêzîk de bi rêveberiya Şamê re li hev bike û di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de alî erkên dikeve ser milê wan bi cih bînin."
Fîdan destnîşan kir ku DAIŞ êdî bûye "bûyereke gelekî biçûk" û ne di wê rewşê de ye ku metirsiyeke sîstematîk çêbike.
‘Rîska herî mezin li başûrê Sûriyeyê ye’
Fîdan diyar kir ku rîska herî mezin li başûrê Sûriyeyê ye û got, “ji ber ku Îsraîlê midaxeleyî wê kiriye qadeke rîskê derketiye holê. Pêwîst e ev qada rîskê gelekî baş were birêvebirin. Çimkî dikare rîskên mezintir jî bi xwe re bîne. Ev jî mijarek e ku em ji nêzîk ve dişopînin."