PeyamaKurd – Di çarçova peymana agirbesê ya navbera Îsraîlê û Hamasê de, cesedê dîlekî Îsraîlê teslîm kirin. Piştî teslîmatê hat ragihandin ku dibe deriyê Rafahê bo çûnûhatê du alî vebe.
Îhtîmala vekirina derî, dibe li ser tesbîta cesed be û eger cesed yê Îsraîlê be. Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand:
“Îsraîl, di rêya Xaça Sor de tabûta kesekî ku miriye teslîm sitend.”
Artêşa Îsraîlê wê cesedî bo tesbîta nasnamê, bibe Tel Avivê Dezgeya Tib a Edlî ya Abû Kabirê. Berdevkê hukumeta Îsraîlê Şoş Bedrosyan di daxwuyaniya xwe de got:
“Çaxa temamê esîrên me bidin wê çûnûhata Deriyê Rafahê du alî vebe.”