Hêzeke Neteweyên Yekbûyî li Samê dewriye kir

Dîroka Weşanê :
Hêzeke Neteweyên Yekbûyî li Samê dewriye kir

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro 3yê Kanûnê dewriyeyeke UNDOFê li hin deverên başûrê Sûriyeyê geriya. Dewriye ji bajarokê Sasa ber bi Bêt Cin a li rojavayê Şamê ve çû.

Hate zanîn ku wesayîtên dewriyeyê hê jî li herêmê ne.

Tevgera dewriyeyê çend roj piştî operasyona Îsraîlê ya li bajarokê Bêt Cin ê Şamê pêk hat ku 13 kes hatibûn kuştin û 25 kes jî birîndar bûbûn.

UNDOF hêzeke çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku di sala 1974an de ji bo şopandina pêkanîna peymana veqetînê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de piştî Şerê Cotmehê hatiye damezirandin. Erka wê çavdêriya agirbestê û çavdêriya herêma tampon a li Girên Colanê ye.