PeyamaKurd – Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê seredana serokê giştî yê partiya EMEPê Seyit Aslan kir û di mijara pirsgirêka Kurd de banga aştiyê kir.
EMEP, êrîşên ser Leyla Zana şermezar kir û bo mafên demokratîk banga têkoşîna hevpar kir. Di nav heyeta DEM partiyê de Pervin Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faik Özgür Erol hebûn.
Hevdîtin li navenda EMEPê pêk hat û 1 seetekî dewam kir. Aslan ragihand ku êrîşên gemarî yên di trubînên sporê de tên kirin de, bi Leyla Zana re ne, di wexta ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin de, wan pêşdeçûnan û rûdanan şermezar dikin.
Pervin Buldan jî ragihand ku di pêvajoyê de gelek nêzî encamêne û divê herkes destekê bide pêvajoyê.