Protokola bi 110 maddeyan di navbera Tirkiyê û Azerbeycanê de hat îmzakirin

Dîroka Weşanê :
Protokola bi 110 maddeyan di navbera Tirkiyê û Azerbeycanê de hat îmzakirin

PeyamaKurd – Di navbera Tirkiyê û Azerbeycanê de di çarçova protokola dewra 12em ya Komîsyona Têkil ya Aboriyê de, plana tevgerê ya ji 110 xalan pêk tê hat îmzakirin.

Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz di ser hesabe xwe yê medya civakî de ragihand ku protolol li Bakuyê hatiye îmzakirin. Li ser navê Azerbeycanê serokwezîrê Azerbeycanê Ali Asadoz protokolê îmza kir.

Yılmaz got ku li gor palana berê ku hat îmzakirin heya niha %78 pêşdeçûn çêbûye. Di planê de di seha enerjiyê, bazirganî, perwerdê, çandinî û gelek sehayên din de pêşdeçûn çêbûne. Hevkariya hilberînê, veberhênanê û bi welatên sêyem re têkiliyên xwe xwurt kirine.