PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) bîlançoya giran a 40 rojên xwepêşandanan eşkere kir û ragihand, heta niha 6 hezar û 495 kesan jiyana xwe ji dest dane.
HRANAyê di roja 40emîn a serhildan û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ku 28ê Kanûna 2025an destpê kiribûn, raporeke berfireh derbarê binpêkirinên mafên mirovan de parve kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di encama destwerdana tund a hêzên rejîma Îranê de, herî kêm 6 hezar û 495 kes hatine kuştin. Hat diyarkirin ku di nav qurbaniyan de 171 zarok û 61 sivîlên ku tevli xwepêşandanan nebibûn jî hene.
Herwiha hat ragihandin ku di van rûdanan de 214 leşker û endamên hêzên girêdayî rejîmê jî hatine kuştin.
Di berdewamiya rapora HRANAyê de hate gotin ku hîn 11 hezar û 630 bûyerên gumanbar hene ku nehatine zelalkirin û lêkolîn li ser wan berdewam dikin.
Herwiha li ser zextên hiqûqî hate gotin; li gorî daneyan hejmara kesên ku niha bêyî bên girtin tên darizandin gihîştiye 11 hezar û 47 kesan. Ev bîlançoya giran nîşan dide ku asta tundûtûjiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk û fikarên navdewletî zêde dike.