PeyamaKurd – Li gor ragihandina Amida Haberê, bi sedema serokê Partiya Zaferê Ümit Özdağ heqaretê li serpereştê Kurd Şêx Seîd kiriye, malbata Şêx Seîd li navça Xinûsê di dadgeha Esliye Ceza de dozê li Ümit Özdağ vekiribû.
Dadgehê cezayê 6 hezar û 500 TL li Özdağ birî û ragihandina hukmê wî paşde hişt. Yanî di nava 5 salan de eger Özdağ heman sûcî an sûcekî din bi zanîn bike, wê cezayê vê dozê jî deynin ser cezayê niha û dê cezayê xwe bide an bikşîne.
Dadgehê, bi sedema ‘heqaretê li xatiratên an ku bîranînên kesayetî’yê kiriye ceza da Özdağ.
Doz, bi sedema Özdağ di ser hesabê xwe yê medya civakî de li dijî Şêx Seîd gotinên nexweş seref kiribû malbat vekiribû. Malbat, xwestibû di çarçova xala 130 ya qanûna cezayê ya Tirk de bê cezakirin.