PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu, rapora partiya xwe ya bo xebatên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” radestî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir.
Yapicioglu piştî pêşkeşkirina raporê ji rojnamevan re axivî û got, “Me mesele di du beşên cuda de lêkolîn kir. Ya yekem pirsgirêka tundiyê ya li Tirkiyeyê ye, ya duyem jî em ji vê serbixwe bawer dikin ku meseleya Kurdan heye û me paşxaneya dîrokî ya vê meseleyê lêkolîn kir.”
Yapicioglu diyar kir ku wan rapora ku ji bo xebatên Komîsyonê amade kiriye radestî Serokê Parlamentoyê kiriye û destnîşan kir ku rapora wan ji metnên partiyên din cudatir e.
Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê raporê de ev agahî dan: “Me jî rapora xwe pêşkêş kir. Rapora me ji 46 rûpelan, du beşên sereke û neh sernavên sereke pêk tê. Cudahiya herî bingehîn a ji raporên partiyên din ew e ku me mesele di du beşên cuda de dest girtiye. Ya yekem pirsgirêka tundiyê ya li Tirkiyeyê an jî beşa `Tirkiyeya Bê Teror` e. Ya duyem jî em ji vê serbixwe bawer dikin ku meseleya Kurdan heye. Me paşxaneya dîrokî ya vê meseleyê, paşxaneya dîrokî ya biratiya Tirk û Kurdan lêkolîn kir. Me diyar kir ku divê ev mesele jî bê çareserkirin.”
Yapicioglu derbarê pêşniyaryasaya amadekirî de got: “Daxwaza me ew e ku partiyên din vê pêşniyarê binirxînin, eger hewce bike em muzakere bikin. Eger li ser têgeh an rêziknameyên ku me pêşniyar kirine nêrînên cuda hebin, em wan biaxivin. Eger mimkun be, em metnekê ku partiyên din jî li serê li hev kiriye, wekî pêşniyaryasayeke hevpar pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin.”
Yapicioglu got ku pêşniyaryasa ji 11 madeyan pêk tê û ew rêziknameyên derbarê PKKê de ku biryara fesihkirinê daye û ev bi awayekî fîzîkî pêk anîne li xwe digire.
Yapicioglu got, “Ji bilî guherînên ku di qanûnên cezayê yên heyî an jî mevzûata têkoşîna li dijî terorê de bên kirin, em li ser têgeheke nû qanûneke taybet pêşniyar dikin. Me pêşniyarek amade kir ku rewşeke ku berê di lîteratûr û qanûnên me de cih negirtiye, têkildarî rêxistinên terorê yên hatine fesixkirin an jî fesihbûyî tên hesibandin, sererast dike.”