PeyamaKurd- Li welatên Yekîtiya Ewropayê, Romanya û Hirvatistanê piştî bi dehan salan cara yekem nexweşiya kotî (cuzam) di karkerên biyanî de hat tespîtkirin.
Li Romanyayê piştî 44 salan di du karkerên Endonezyayî de, li Hirvatistanê jî piştî 32 salan di karkerekî Nepalî de ev nexweşî hat dîtin.
Rayedarên tenduristiyê ragihandin ku nexweş hatine dermankirin û ji ber ku ev nexweşî tenê bi têkiliyeke pir dirêj û nêzîk derbas dibe, xetereya belavbûneke giştî tune ye; lê dîsa jî tedbîrên pêwîst hatine girtin.