PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li nexweşxana lêkolîn û perwerdê di encama şopandina polîsan ya bi 2 mehan, hat tesbîtkirin ku kesên madde yên hişbir bikartînin, dema wan dibin nexweşxanê, li nexweşxanê encamên tehlîlên wan diguhêrin û weka maddeyên hişbir bikar neanîbin tehlîlan diguhêrin.
Li ser mijarê 8 kes ji wan xebatkarên tenduristiyê bi temamî niha 30 kes di bin çav de ne.
Operasyon bi serpereştiya serdozgerê Sêrtê ji aliyê rêvebiriya asayîşa bajêr de hat kirin ku di encama tehlîlan de, bi pera rapora ku tehlîla wan paqije didin.
Niha 30 kesên di bin çav de ne, sitendina îfadên wan dewam dike û dibe jimara binçavkiriyan zêdetir bibe.