PeyamaKurd – Parlamenterê Bursayê yê ÎYÎ Partiyê Selçuk Turkoglu îdia kir ku Serdozgeriya Komarê ya Tirkiyeyê ya Bûrsayê derbarê Abdullah Ocalan de ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, lêpirsîneke nû daye destpêkirin.
Selçuk Turkoglu di bernameyeke televîzyonê (Sozcu TV) de ragihand ku ev lêpirsîn li ser giliyekî Albayê teqawîtbûyî Orkun Ozeller hatiye vekirin. Ozeller di daxwaznameya xwe de daxwaz kiriye ku Abdullah Ocalan, wekî "rêberê rêxistinê", ji bo hemû kiryar û çalakiyên PKKyê yên ku piştî sala 2000î (piştî girtina wî) qewimîne, ji aliyê hiqûqî ve berpirsiyar bê dîtin.
Li gorî îdiayan, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ev giliyê sûc nirxandiye û veguerandiye lêpirsîneke fermî. Lê belê, dozgeriyê heta niha der barê mijarê de daxuyaniyeke fermî ya pişrastkirinê yan jî înkarkirinê nedaye.
Abdullah Ocalan ji sala 1999an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ev lêpirsîna nû ya ku di dema nîqaşên "pêvajoyeke nû" an jî "vekirina deriyên Îmraliyê" de tê rojevê, balê dikişîne ser aliyê hiqûqî yê dozên li dijî wî.