Nûnerê NYyê Mihemed Hesen xatir ji Serok Barzanî xwest

Dîroka Weşanê :
Nûnerê NYyê Mihemed Hesen xatir ji Serok Barzanî xwest

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Mihemed Hesen kir.

Nûnerê NYyê Mihemed Hesen, ji ber ku dema wezîfeya wî li Iraqê ber bi dawîbûnê ve diçe, ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kir. Di hevdîtinê de Hesen spasiya Serok Barzanî kir ku bi berdewamî piştgiriya mîsyona Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) kiriye da ku karên xwe bi serkeftî bimeşînin.

Serok Barzanî ji bo hewlên Mihemed Hesen ên di warê çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, piştgiriya pêvajoya siyasî û xurtkirina hevahengiya navbera aliyên siyasî de spasiya wî kir. Barzanî rola Neteweyên Yekbûyî ya di anîna aştî û aramiya li welat de bilind nirxand.

Di dawiya civînê de, Serok Barzanî di erk û karên wî yên pêşerojê de serkeftin ji Mihemed Hesen re xwest.